Zuha, Qere, Bêav…
Gellek jîwar navê xwe ji şert û mercên xwezaya dora xwe û ji rasteqîniya civakî distîne.
Bi taybetiyên xwe yên erênî û neyinî ev navê mayînde li ser wan dimîne.
Bi wext re ev taybetî bên guhertin jî nav bi mayindebûna xwe desthilatdariyê li sedsalan dike.
Aqûbeta Qeremezreyê jî ku navê wê yî tirkî Karaotlak e, weke vê gotinê ye.
Çi bû nebû ji vê qerebûnê xelas nebû. Heta roja îro bi wê hate bibîranîn.
Gotin di cih de be, her dem bi reşbûna xwe jiyaye.
Li Bezkiyê
Li Bezkiyê ye Qeremezre.
Bezkî navê deşta ku ji Hewagê ber bi Bîrecîk û Xelfetiyê ve li aliyê rojava û başûr dirêj dibe, ye.
Erdeke bi giştî qelaç û dûz e.
Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê.
Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye.
Heft kilometreyan ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, dûr e.
Cihê lê ji derdora xwe bilindtir e.
Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye.
Hebûna van çiyayan bayekî hênik bi xwe re tîne ser gund.
Çiqas dûr bin jî rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan dikare bên dîtin.
 |
Gelheya gund di sala 2005an de nêzî 1000an e.
Her çiqas gellek malbat koç kiribin Ewrûpayê jî gelheya Qeremezreyê dîsa jî ew qas kêm nebûye.
Bi ser de jî piştî Xelfetiya Kevn di bin avê de ma gellek gundên derdorê koçî vê derê kirine.
Şêniyên Qeremezreyê pir nêzî hev in û gellek ji wan jî merivên hev in.
Gellek malbat ji eynî bavikî hatine.
Qeremezre ku şêniyê wê giş kurd in, devoka wan bi ser devoka Semsûr, Mereş û Meletiyê ye.
Devok her ku diçe bêtir bêjeyên tirkî di nav xwe de dihewîne.
Her çiqas hestên welatparêziye qels be jî disa jî mirov sekneke polîtîk tê de dibîne.
Trajediya ku di dîrokê de qewimiye
Şecere û dîroka vî gundî bi temamî derneketiye holê.
Ji xeynî çîrokan tiştekî berbiçav di dest me de tune ye.
Kî zane bê di arşîv û pirtûkxaneyan de çiqas agahî hene?
Heta niha kesekî ji giregir û ranakbîran xwe di mijarê de nedaye.
Hema mirov dikare bibêje bi zanebûn dîrokek wenda dibe.
Hew çend tiştên ku kal û pîrên gund ku ew jî yên pêşiya xwe bihîstine û dibêjin heye.
Her çiqas gotinên Mihemedê Qedir, Hecî Wes û Hemê Elê li hev dernekevin jî tê fahmkirin ku hinek ji gund ji hêla Semsûrê hinek jî ji hêla Rihayê hatine.
Serpêhatiya Qeremezreyê
Aboriya Qeremezreyê di salên 1960î û 70yî de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn.
Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn.
Her sal ji ber ku şilî kêm bû bandoreke pirr nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek carî havînî Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin.
Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin.
Mêrgên ku di mehên biharê de hêşin dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û Qeremezre êdî kete rewşeke din.
Di wexteke pirr kin de weke daristanekê hêşin bûye.
Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên zeytûn û fisteqan. Êdî ne qere ye Qeremezre.
Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be.
Bûye cihekî dilbijandinê
Pêşiya Qeremezreyê vekirî ye
Ligel gellek şertên pirr giran Qeremezreyê serê xwe tu carî netewandiye. Li ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê hêşin ava kir.
Standarta jiyanê û asta civakî ya gêl bilind bû.
Îro di Qeremezreyê de kesekî ku mirov bibêje ev pirr xizan e,
tune ye. Bûye embara fisteqan ya heremê.
Salê bi sedan ton fisteqê xwe difiroşe.
Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî pirr tên çandin.
Li bîstanan jî zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin.
Ne tenê li Qeremezreyê gundên li derdorê jî hêdî hêdî erdên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî jî daristaneke xwezayî tê holê.
Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike.
Hin kesan jî dest bi danûstendinê kiriye.
Qeremezre diçe Ewrupayê
Gellek kesên ji Qeremezreyê niha li dewletên Ewrûpayê yên curbecur dijîn. Bi sedan kes li Elmanya, Swîsre,
Frensa û Brîtanyayê belav bûne.
Malbateke ku kufletekî wê li Ewrûpayê najî hema hema tune ye.
Çûna Ewrûpayê her dem bûye xeyala ciwanên Qeremezreyê.
Lê ev rewş bi xwe re xetereyeke ciddî jî tîne;
biyanîbûn, ji rastiya gelê xwe bi dûr ketin, wendabûna nifşên nû.